13 Haziran 2011 Pazartesi

Wêjeya Honaka Zanıstî Û Ûtopyaya Kurdî - Mîran Janbar


Qijika Reş Dergisi / Sayı:3



Têgehek ji xwe ber dernakeve, çênabe, belav nabe. Beriya ku çêbibe, ava bibe, di nava hevîrê demê de, bi haveynê tecrubeyan û zanebûnan têne meyandin, bi mêjî û hizirkirinan tê parzûnkirin. Tiştê jê mayî, ku bi kêrî mirovahiyê bê, hew dimîne navlêkirin û daxilî jiyanê kirinê ye. Ku bi kêr neyê jî, jixwe sergoya dîrokê bi têra xwe firehe. 
Wêjeya Honaka Zanistî jî, ji roja ku nav lê  hatiye kirin heta bi îro, qonaxên ku tê re derbas bûye, serpêhatiyên xwe, dîroka bav û kalên xwe dizane û mirov pirr bi hêsanî dikare bibêje, ku hê jî zarokeke pirr biçûk e. Ji vê nivîse armanc ew e, ku rewşa beriya navlêkirina Honaka Zanistî, serbûriya wê, bi kurtasî be jî, bê bibîranîn û nêzîkahiya Wêjeya Kurdî û wêjeya bi vî şêweyî ye. 
Çawa ku mirov dikare destpêka wêjeya nivîskî bigihîne destpêka mirovahiya ku bi sembolan, bi nîgarkirina li ser dîwarên şikeftan, bi niqirandina li ser tabletên herriyê, xeyal û derd û bextewariya xwe vegotine, bi heman şiklî mirov dikare bibêje, ku destpêkirina Wêjeya Honaka Zanistî jî xwe digihijîne wan serdeman. Bi hizirkirinê û bikaranîna halet û hacetan ve mirovahî di şerê xwe yê li hemberî xwezayê de tim û tim bi helwesta serkeftinê tevgeriyaye û vê yekê bi têkbirina xwezayê re her çi qasî têkbirina mirov bi xwe re anî be jî, haylêbûna mirovî ji vê meseleyê bi bipêşxistina raman, felsefe û wêjeyê eşkere bûye û bi zanebûnên xwe  hewil daye hem bide dû bextewariyê, ku her mirovek bi yeksanî bijî û hem jî nakokiyên heyî çareser bike û pê re pê re jî nakokiyên nû ava bike.    
Beriya ku li ser Wêjeya Honaka Zanistî tiştin werin gotin, ka pêşî bi çi şêweyî û çawa hatiye nivîsandin, li cîhanê beriya wê rewş çawa bû, divê ev yek bê zelalkirin. Wêjeya Honaka Zanistî (Science Fiction), ji ber ku hîmên xwe ji Ûtopyayê digire, divê pêşî çend gotin li ser Ûtopyayê bêne gotin. Ûtopya (Utopia)1 peyveke bi Latînî ye. Cara yekemîn Thomas More, di sala 1516’an de, di pirtûka xwe ya bi navê De Optimo Reipublicae Statu deque Nova Insula Utopia2 de ev peyv bi kar aniye û ji wê rojê û vir ve bûye arîşe û serêşiya gelek feylesof û zanyaran. Di gelek sîstemên civakî de, gotûbêj li ser hatine kirin û ji bo bipêşveçûna mirovahiyê roleke xwe ya girîng her hebûye.
Ji bilî Thomas More; Machiavelli, Thomas Hobbes û T. Campanella jî, di sedsala 16. û 17. de, wekî xwedî ûtopyayên klasîk têne zanîn. Berhema Campanella ya bi navê Welatê Rojê ji aliyê mijarê ve ya herî nêzîkî ûtopyaya Thomas More e. Ji sedsala 17. û vir ve ye, Cyrano De Bergerac bi berhema xwe ya bi navê Dîroka Pêkenî ya Dewletên Heyvê, Jonathan Swift bi berhema xwe ya bi navê Serpêhatiyên Gulliver bi serkêşiya têgeha ûtopyayê berdewam in. Heta digihîje sedsala 18. û 19. Di van sedsalan de, têgeha ûtopyayê vediguhere û bi guherîna cîhanê ya ku bi bandora Şoreşa Endustriyê3 pêk hatiye gelek formên nû ava dibin. Bi têgeha Ronakbûnê re Ewrûpa û bi dû re hemû cîhan xwesteka xwe ya zalbûna li ser xwezayê di van sedsalan de bilindtir dikin û neqeb û her wiha kêşeyên nû jî bi van fikran re ava dibin. Xwesteka zalbûna li ser xwezayê bi daxwaza cî û warê ne li tu derê û yê herî bextewar bi  ûtopyayan hatibû avakirin, lê bi Şoreşa Endustriyê û bi bipêşketina teknolojiyê belawela dibû û li şûna xwe mecbûr dibû têgehên nû damezirîne. Berhema Goethe ya bi navê Faust – ku di navbera salên 1773-1832’yan de hatiye nivîsandin – govana vê qonaxa guherînê ye û serî hildide li hemberî Serdema Ronakbûnê û şoreşên zanistê. Ronahiya ku Şoreşa Endustriyê bi xwe re aniye, êdî bêhna gumanan jê tê û di berhemên wan serdeman de nerazayî têne nîşandan. Mary Shelley a ku bi romana Frankenstein or the Modern Prometheus  (Frankenstein an jî Prometheusê Nûjen, 1818) deng daye û Robert Louis Stevenson ê ku bi romana Dr. Jekyll and Mr. Hyde (Dr Jekyll û Kak Hyde, 1886) bi nav û deng bûye, ji wan kesan in, ku li hemberî arîşeyên ku ronakbûnê bi xwe re aniye disekinin û dikin qarîn. 
            Ew Serdema Ronakbûnê, ku Ûtopya bi zanebûna xwe, bi daxwaza bikaranîna mêjî û bi hizirkirina rasyonel têk biribû, niha bê gav dibe cî bide Wêjeya Gotîk û Romantîzmê, ku her du jî hêza xwe ji fentezî û xeyalan digirin.  Her ku sal û sedsal derbas dibin, daxwaz, xewn û xeyalên mirovan diguherin, kêşe û nakokiyên nû ji yên berê dirrindetir dibin. Gava ku mirovahî digihîje qonaxa sedsala 20., êdî Futurîzm (Dahatûparêzî) şûrê xwe dikişîne û encax bi bipêşketina teknolojiyê ve guncaw dibînin bextewariya ku mirovên heta niha ji bextewariyê bê par mane. Lê çi feyde Şoreşa Burcewazî ya li ser hemû hîmên heyî rûniştî, gava ku li Şerê Cîhanê yê Yekemîn diqelibe, her tişt belawela dibe û ji kokê de hildiweşe sîstema ramanan. Dişikên, hûr hûrî dibin hemû zimanên mirovahiyê.
Ji vê û bi şûn de nivîskarê Ûrisî, Yevgeni İvanoviç Zamyatin, bi lehengê xwe yê bi navê D-530, di pirtûka xwe ya bi navê Em de dest bi efareya sîstemên hilweşiyayî dike û ji parçeyên şikestî gewdeyekî nû ava dike. Ev gewdeyê nû tiştên qewimî yên berê tevan dide ser hev û xwe digihîne serdema ûtopyaya ku li hemberî pirsgirêk û nakokiyên ku mirovahî dixwest di wextekê de li cî û warê ku heta niha li tu derê tune de çareser bike, bajar û sîstemên bo bextewariya mirovahiyê ava bike. Di carekê de wê têgehê ji nava çirava xwe derdixîne û aliyên xerab ên sîstemên ûtopyayan beloq dike û bi dengekî gurr dibêje, ku “alternatîfa sîstemên herî baş jî heye”. Êdî nav jî form diguherîne û dibe Dîstopya.
Dîstopyaya ku li dijî Ûtopyayê û bi serkêşiya Zamyatin hatiye avakirin bandorê li Aldous Huxley jî dike û di sala 1931’ê de romana xwe ya bi navê Brave New World4 dinivîsîne û piştgiriyê dide Zamyatin. Her wiha George Orwell jî tevlî vê piştgiriyê dibe û di sala 1949’an de romana xwe ya bi navê 1984 dinivîse. Di van her sê pirtûkan de jî, cîhana bi geşedana teknolojiyê bi rûxanê re rû bi rû mayî û bi çareseriya gelek pirsgirêkên heyî ve nakokiyên hîn mezintir têne nîşandan û ger mirovahî li ser van esasan baş nefikire, îhtimala xetereyên gelekî mezintir tê vegotin.
            Piştî ku teknolojî û bandora wê ya erênî û nerênî zelal dibe, di sedsala 20. de, wêje berê xwe dide û navê Honaka Zanistî (Science Fiction) li xwe dike. Êdî Honaka Zanistî bi vegotina xwe û bi naveroka xwe xwedî rengekî nû ye û divê ji kevneşopiya xwe ya Ûtopyayê û ji bipêşketina teknolojiyê sûdê werbigire û li ser piyên xwe bisekine.
Cara yekem weke peyva Science Fiction (Honaka Zanistî) ji aliyê rojnamevan Hugo Gernsback5 ve, di sala 1926’an de hatiye bikaranîn. Her wiha Hugo Gernsback gelek xebatên Honaka Zanistî kiriye. Bi çengurê berhemên nivîskarên beriya xwe yên weke Jules Verne û H. G. Wells girtiye û ew li ser textên zêrîn ên Honaka Zanistî daye edilandin.
Heta ku digihîje Gernsback, heta ku nav lê tê kirin, Honaka Zanistî bi gelek nivîskaran, bi gelek berheman xwe ava kiriye. Ku mirov lîstekê ji destpêkê heta sedsala 20. çêke, her wiha wê dûdirêj bibe. Lê yên sereke mirov dikare wiha li gorî mêjûya wan rêz bike:

B. Z. 340 Felaton (Platon)
Dewleta Ûtopîk
P. Z. 150 Lukianos
Dîroka Rastî – Yekemîn rêwîtiya Heyvê çêdibe.
1516 Sir Thomas More
Ütopya. – Têgeha Ûtopyayê derdikeve.
1629 Francis Bacon
New Atlantis. Teknolojiya dahatûyê tê ravekirin.
1638 Francis Godwin
The Man in the Moon. Piştî Lukianos rêwîtiya duyemîn ya heyvê.
1657 Cyrano de Bergerac
L’autre Mond – Rêwîtiyên roj û heyvê çêdibin.
1736 Jonathan Swift
Gulliver’s Travels. Sê serpêhatiyên sereke.
1750 Voltaire
Micromegas Zindiyên ku ji derveyî cîhanê hatine.
1818 Mary W. Shelley
Dr. Frankenstein. Robotê pêşîn.
1865 Jules Verne
De la Terre a la Lune – Dîsa rêwîtiya heyvê.
1890 William Morris
News from Nowhere. Ûtopyayeke sosyalîst.
1895 Herbert G. Wells
The War of the Worlds. Ji gerestêrka Marsê tên û cîhanê dagir dikin.
1920 Y. Ivanoviç Zamyatin
My – Hem Honaka Zanistî ya nû, hem jî Dîstopyayek e der barê Şoreşa Sowyetê de

Piştû ku Gernsback nav lê dike û bi şûn de, gelek nivîskarên nû jî derdikevin holê. Ji wê rojê heta îro, mirov nikare bijimêre ka çend nivîskar di vî warî de bûne xwedî berhem. Lê heke mirov lîsteke sereke çêke, wê ev lîste jî bi vî şiklî be:

1-Yên Dema Pêşîn (1937-1950)
Aldous Huxley, John W. Campbell, Clifford D. Simak, Jack Williamson, L. Ron Hubbard, L. Sprague de Camp, Henry Kutner, C. L. Moore, Isaac Asimov, Robert A. Heinlein, Theodore Sturgeon, A. E. Van Vogt, Robert Sheckley, Alfred Bester, James Blish, Frederic Pohl, C. M. Cornbluth, Arthur C. Clarke, Ray Bradbury, George Orwell
2- Yên Pêla Nû (1950-1980)
Harlan Ellison, Ursula K. Le Guin, Harlan Ellison, Brian W. Aldiss, J. G. Ballard, Micheal Morcock, Samuel R. Delany, Philip K. Dick, Frank Herbert, Brain Stableford, Norman Spinrad, Stanislaw Lem, Boris-Arkadiy Strugatskiy

Piştî ku kompîter çêdibe û teknolojî bi her awayî dikeve jiyana mirovan, di warê honaka zanistî de jî berhem xwe nû dikin û her wiha wêjeya Honaka Zanistî êdî bandorê li sînemayê jî dike û gelek filîmên balkêş çêdibin. Ji vê demê re jî Dema Honaka Zanistî ya Hemdem (Ji sala 1980’yî û vir ve) tê gotin û heta îro bi gelek nivîskaran di nava wêjeya cîhanê de derdikeve pêş.

Piştî destpêk û serpêhatiya Honaka Zanistî heke em vegerin Wêjeya Kurdî, şewateke mezin bi dilê mirov dikeve, ku ew qas berhemên ku di dîroka wêjeya Honaka Zanistî de têne binavkirin, mixabin hê yek ji wan jî wernegeriyaye zimanê Kurdî. Ev zanebûn bi tenê dibe êş û mijên mêjî dide ber kêran.
Wêjeya Kurdî ji destpêka xwe de mirov bi hêsanî dikare bibêje, ku xwedî Ûtopyayên Honaka Zanistiyê ye. Çi ji roja ku Thomas More nav lê kiriye heta îro, çi jî beriya wê gava ku mirov berê xwe dide Wêjeya Kurdî ya klasîk, kronolojiyeke Wêjeya Kurdî ya wisa derdikeve pêş mirov:

Eliyê Herîrî (1010-1078) - Şiêr û Qesayêd Herîrî
Mela Ehmedê Bateyî (1417-1491) – Zembîlfirôş (Destan), Dîwan (Helbestên Evînê)
Melayê Cizîrî (1566-1640) – Dîwana Melayê Cizîrî (Dîwan)
Feqiyê Teyran (1590-1660) - Bersîsê Abid (Destan), Qewlê Hespê Reş (Destan), Şêxê Sena’n (Destan), Ey Avê Av (Dîwan)
Selîm Silêman (Sedsala 16. -17.) Ûsiv û Zelîxe (Destaneke Kurdî ya serbixwe, ku çîrok yek be jî, naşibe destana Camî û Fîrdewsî.)
Ehmedê Xanî (1651-1707) - Mem û Zîn (Destan), Dîwan (Dîwan)
Xaris Bedlîsi / Sewadî (1700-1775) – Leyl û Mecnûn (Destaneke evînê, ku Xaris Bedlîsî ev ji Nîzamî û Xosrowî wergirtiye û bi şêweyekî nû vegotiye.)
Siyahpûş (Sedsala 18. – 1831) Seyfulmulûk (Destan), Xezel û Helbest (Dîwan)
Pertew Begê Hekarî (1777-1841) Dîwan (Dîwan)
Şêx Xalid (1778-1826) Dîwan (Dîwan)
Hecî Qadirê Koyî (1815-1892) Dîwan (Dîwan)
Pîremêrd (1868-1950) Dîwan (Dîwan)
Cegerxwîn (1903 – 1984) Şefaq (Dîwan), Mîdya û Salar (Dîwan), Sewra Azadî (Dîwan) 

Her wiha, beriya vê kronolojiyê jî heye ku ji sedsala 8 û 9’an de bi Behlûlê Mahî6 dest pê dike û bi dû re gelek wêjekarên Kurd lê zêde dibin. Lê mebesta neqandina vê kronolojiyê ev e, ku di avabûna têgeha Ûtopyayê ya ji Thomas More (1516) heta Y. Ivanoviç Zamyatin (1920) de - ku li jorê wekî kronolojiyekê hatibûn rêzkirin - di wan sedsalên Ewrûpa û cîhanê de çi qasî tiştekî balkêş e, ku muqabilî hev dibin ev lîsta me ya dîroka Wêjeya Kurdî. Ango di heman demê de, bi lîsta Thomas More re hevrêtî kirine û bi berhemdariya xwe ve nêzîkî Ûtopyaya Kurdî bûne.
Ûtopyaya ku Thomas More ava kiriye û bi dû re bi gelek nivîskarên cîhanê ve piştgirî hatiye dayîn, di wan sedsalan de belaya xwe di Wêjeya Kurdî jî daye û di gelek berhemên klasîk ên Kurdî de, gava ku mirov bala xwe baş didiyê, bi risteyên xwe, bi hêma û şayesên xwe ve helbestkarên Kurd xwestine ûtopyayeke kurdewar di hişê miletê Kurd de ava bikin.

Bo nimûne:

Elî Herîrî
           
……………………..

E’niya bi nûr zilf têne ser
Rengîn dibin şems û qemer
Reşmar ji perdanê neder
Li e’re’ra yarî dikin

Hoş û e’re’ra şimşa diket
Teşmîn reva sebir û xîret
Qahu medet, ahu medet
Çeşman çi xubarî dikin

Çavê li rojê bîne kom
Came mey anî ji bom
Emir kir lazim vexom
Mestî ji min jarî dikin

Mest û şerab qendavê
Êsîr û bendêt vê şevê
Ger wesfê yarê ez bibêm
Hûn terkî huşyarî dikin
(Albert Sosin, Kurdische Samlingen, 278-279)


Mela Ehmedê Bateyî

………………
Şehkitêbek min divêt behsa muhubet bittemam
Sed tilisim û sêhrê tê da pêk ve Suryanî meqam
Ebceda işqê me xwend û eql û winda kiro mam
Horiya baxê bihiştê totiya tawus xeram
Xeyrê Batî padişaha min delala kî yî tu





Melayê Cizîrî

Dil Ji Min Bir

Şoxê û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir, dil ji min bir
Awurên heybetpilingê
Dil ji min bir, dil ji min

Wê şepalê miskî xalî
Dêmdorrê gerdenşepalê
Cehbeta biskan semalê
Dil ji min bir, dil ji min

Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê helelan
Dil ji min bir, dil ji min

Dêmnedîrê bo enbîrê
Xemrî û gîso herîrî
Sîne kir armancê tîrê
Dil ji min bir, dil ji min

Sor şîrîn î nazenînî
Kuştim û nakit yeqînî
Wê bi çengela evînê
Dil ji min bir, dil ji min

Fitil û taban da xuraban
Ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence û kulaban      
Dil ji min bir, dil ji min

Xoş xeramê, ez xulamê
Nazikê, şîrinkelamê
Tutiya eywan meqamê
Dil ji min bir, dil ji min


Feqiyê Teyran

Feqiyê Teyran di gelek berhemên xwe de xwedî gelek hêmayên balkêş e, ku tev jî parçeyên Wêjeya Fantastîk têne hesêb. Carinan bi heywanan re axiviye, carinan bi rojê re. Di berhema xwe ya bi navê Bersîsê Abid de çîroka Bersîs tê vegotin. Çîrok behs dike bê ka Bersîsê bawermend çawa ji aliyê Şeytên ve tê xapandin. Çîrok dide ser şopa temayeke gerdûnî ya wêjeyî, ku ji demên dêrîn û vir ve ji aliyê gelek nivîskaran ve bi şêweyên cihêreng hatiye hûnandin, her wekî Goetheyê Aleman di berhema bi navê Faust de. Her wiha şayanî behsê ye, ku Feqiyê Teyran heman çîrok, bi awayekî din, bi 150 salan beriya Goethe nivîsandiye. Feqiyê Teyran ev çîrok bi 844 risteyan, helbestkî, bi şêweyekî gelekî dorfireh vegotiye.  

 Çend nimûne ji helbestên wî:

Feqiyê Teyran û Quling

Hey Qulingo, xwe newestîne
Per û baskan her hilîne
Here, ji tebiyetê ji min ra giliyan bîne
Îro li ser riyan ez rêwî me
Tu li hewa xweş cibar be
Ser gaz û gêdûkan bilind xwar be
Hema ji derdê dilê min hişyar be

Hey malxirab, tu guhdarî ke
Per û baskan li ser min sî ke
Min jî di gel xwe rêwî ke
Çend giliyan li min safî ke

Malxirab bike li min qîrîn
Dil û cegera min tev biwarîn
Ez im îro bê sewda serîn

Gelek refêd mîna te li min dabihirîn
Hey Qulingo, tu difirî li dunyayê
Here cihabê bide E’ynelayê
Bêje, Feqiyê Teyran niha nayê


Feqiyê Teyran û Roj

Roj hilat û ava bû
E’rş û ezman cîkî rawestabû
Dunya bi tebiyetê şên û ava bû

Hey roja sor bi rengê xwe va
Bê te hêşîn nabî gul û gîha
Te nîn be rêwî qet rê nabet
Tu rojeke amin û taqet
Bê te najîn însan û muxulqet
Bi te dibin hergav firêqet

Tu bilind î, hergav perwazê
Erd ji te hergav dizê
Tu mîna pêlêt agir li ezman
Germê didî deşt û zozan
Tu germ dikî ser û bin e
Teva û rewur bi te dibin xine

Dîlberê

Êy Dîlbera gerdenzerî
Way nazika dêmqemeri
Qamet ji mûma fenerî
Wêran ez im, malim xirab

Êy Dîlbera gerdenletîf
Way nazika qametelîf
Qamet ji reyhana xefîf
Wêran ez im, malim xirab

Êy Dîlbera gerdenzuzac
Way nazika mislî zuzac
Qamet ji reyhana qirac
Wêran ez im, malim xirab

Êy Dîlbera qametmisal
Way nazika dilî hejar
Te ji xwandinê kirim betal
Wêran ez im, malim xirab

Êy Dîlberê, way Dîlberê
Feryad ji destê keserê
Avik ji ava Kewserê
Wêran ez im, malim xirab




Ehmedê Xanî

Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêk ra bikira me înqiyadek                   

Rûm û ‘Ereb û ‘Ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir me ‘ilm û hikmet

Temyîz-i dibûn ji hev meqalat                
Mumtaz-i dibûn xwedankemalat


Gava ku navê Ehmedê Xanî derbas dibe, divê mirov piçekî din raweste û kûrtir bifikire. Ji ber ku Ehmedê Xanî, mirov dikare bi hêsanî bibêje, ku di warê welatparêzî û kurdewariyê de yê herî li pêş e. Wî hem di helbestên xwe de, hem jî di destana xwe ya bi nav û deng, Mem û Zîn de bi me baş dide xuyakirin, ku bi xwe yekem afirînerê Ûtopyaya Kurdî ye. Qanatê Kurdo di pirtûka xwe ya bi navê Tarîxa Edebiyata Kurdî7 de der heqê wî de vê gotinê dibêje:
Ji beriya Ehmedê Xanî, gelek helbestkar û edîbên Kurdan hebûn, bo nimûne, Elî Herîrî, Melayê Bateyî, Feqiyê Teyran, Xaris Bedlîsî, Melayê Cizîrî û yên din. Lê Kurd û Kurdistan hatibûne duparkirin, ketibûne binê destên dewleta Romê û Eceman, navên wan helbestkaran ji bîr kiribûn, qedir û qîmeta wan kesekî baştir nizanibû. Piştirî van camêr û delîran, her Ehmedê Xanî bi tenê ala serfirazî û serxwebûnê bilind kir, kesek tunebû bigota, em jî xwedî şaristanî ne, em jî miletekî serbixwe ne û dixwazin bi zimanê xwe binivîsin, fêr bibin û fêr bikin. Der heqa vê yekê de wî wiha nivîsiye:

Ger dê hebûya me jî xwedanek
‘Alîkeremek, letîfedanek

‘Ilm û huner û kemal û îza’n
Şiî’r û xezel û kîtab û dîwan

Ev cins biba li ba wî me’mûl                 
Ev neqd biba li nik wî meqbûl   

Min dê ‘elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn

Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira ‘Elî Herîrî

Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran


Pirsên binaxeyê û binyatî yên ku Ehmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de gotine û neqişandine, ew pirs in, ku ew dibêje belengazî û hêsîriya Kurdan ji dabeşbûn û dagirbûna axa wan e, ji tunebûna dewleta wan e, ji bêtifaqî û bêyekîtiya Kurdan û qebîle û eşîrên wan e. Wî li ser vê yekê ev rêzên jêrîn nivîsîne:

Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêk ra bikira me înqiyadek                   

Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir me ‘ilm û hikmet

Temyîz-i dibûn ji hev meqalat                
Mumtaz-i dibûn xwedankemalat

Ji ber wê hindê, Ehmedê Xanî hem bi rewşenbîriya xwe, hem bi alimbûna xwe, di hemû berhemên xwe de behsa Ûtopyaya Kurdan dike û bo hişyarbûnê gazî wan dike.

Her wiha, Ûtopyaya ku di Wêjeya Kurdî de ava bûye bi şêwe û naverok ne heman Ûtopyaya Thomas More e. Lê ji ber ku Ûtopyaya Thomas More daxwaza veguhestina cîhanê, ji xerabiyê ber bi başiyê û her wiha daxwaza ciyê herî baş dike, mirov bi hêsanî dikare bibêje, ku Kurdan jî ji xwe re di wan sedsalan de Ûtopyayek afirandiye û tê de daxwaza jiyaneke azad, serbixwe û bextewar heye. Ji ber serbûriya Kurdan a hezar salan, ne bi tenê di hiş û ramanên wêjenas û alimên Kurdan de, her wiha di serê her Kurdekî de ev Ûtopya peyda bûye.
Weke ku berê behsa wê hatibû kirin, Wêjeya Honaka Zanistî di gelek qonaxan re derbas bûye û xwe gihandiye îro. Lêbelê her çiqas tovên vê wêjeyê di her peyva Wêjeya Kurdî de hatibe çandin jî, mixabin hê şîn nebûye. Ji bo vê çend sebeban mirov dikare nîşan bide. Yek jê ev e ku civaka Kurdan mîna civakên Ewrûpayê serbûriya xwe ya endustriyê nejiyaye û ji ber şertên dagirkeriyê her tim xwezaya xwe parastine. Bi vî şiklî xwe ji tunebûnê rizgar kirine. Yek jî mirov dikare bibêje, ku ji ber nihêrîna Kurdan a li cîhanê û jiyanê tê. Kurdan her tim bextewarî di jiyaneke xwezayî de didît. Ji bo wan jiyana herî bextewar ya di nava bax û baxçeyan de, ya di nava heywanan de, ya di nava çiyayan de, bi her awayî hestkirina bi xwezayê bû. Ji ber vê yekê, ji bajaran û ji bajarvaniyê pirr hez nekirine. Her tim xwe jê bi dûr xistine. Ji wan re bajar ciyê sirgûniyê, bêcîwarbûniyê ye, bidûrketin û têkçûna jiyanê ye. Belkî jî yekem milet e, ku xwedî Ûtopyaya cî û warê ku di hemû ol û baweriyan de weke bihuşt tê binavkirin. Û belkî Kurdistana Kurdan ev bihuşt bi xwe be….
Lê qonaxa ku îro em gihiştinê ne bihuşt hiştiye, ne jî jiyaneke ku daxwaza bihuştê bike. Ev cîhana ku ber bi tariyeke nediyar ve digindire niha pêdivî bi wêjeyê, hunerê, felsefeyê û zanistê heye. Û di nava van de jî rola Wêjeya Honaka Zanistî gelekî girîng e. Civakên ku di wî warî de xwedî hêz bûne, her wiha weke hişmendî û hestkirina bi jiyanê xurttir bûne.    
Ji bo ku Kurd jî di vî warî xurt bibin, divê du tişt teqez bêne kirin:
1- Wergera berhemên Honaka Zanistî.
2- Nivîsandina berhemên Honaka Zanistî.
Wêjeyeke me ya Kurdan, ku li hemberî ew qas daxwaza tunekirinan serî hildaye û ji gelek miletên cîhanê, ku tev îro xwedî dewlet in, bêtir nivîsandiye, afirandiye, di warê Wêjeya Honaka Zanistiyê de ger nexwîne û nenivîse, di vê sedsala 21’an de wê bi metirsiyeke pirr mezin re rû bi rû bimîne. Bi vê hişyariyê divê wêjehez dest bi kar bikin û li ser binyata Ûtopyaya xwe avahiyên nû ava bikin. Ji ber ku gund tev şewitîn…


Têbînî

1-Utopia: Ji pêşgira Yewnanî ya “u”, ku gava tê ber peyvekê, wateya wê kêm dike û ji peyva Latînî ya “topos” (cî) hatiye afirandin. Tê wateya “ciyê tune”. Lê her wiha di xwendina wê ya Latînî de weke “Outopos” jî tê xwendin û bi vî şiklê xwe dişibe peyva “Eutopos”, ku tê wateya “Ciyê bextewariyê”. Wer xuya ye Thomas More bi şibandina “Eutopos”ê xwestiyê bibêje “Ûtopya”, ango “Cihê Bextewariyê yê Tune”.  
2- De Optimo Reipublicae Statu deque Nova Insula Utopia:  Şêweyê Civaka Siyasî yê Nû û Girava Nû ya Ûtopyayê
3- Şoreşa Endustriyê: Şoreşa ku ji sedsala 16. û pê de li Îngilistanê, ji ber berfirehbûna dagirkirina erd û welatên nû û pê re jî zêdebûna daringên xav û li nava girava Împaratoriya Îngilîz zêdebûna hilberandina karsaziyê û palûkeyan dest pê kir û di sedsala 19. de, di heyama Vîktoryen (Keybanû Victoriayê) de, wekî pergal, şêwejiyan û bandora kûrewî gihişte bilindtirîn astê. Di hemû dîroka mirovahiyê de, yek ji girîngtirîn qonaxan e, ku bûne werçerxên cîhanê. Bo nimûne, Wêjeya Romantîk, ku pêşengên wê helbestkar û nivîskarên wekî Wordsworth, Tennyson, Blake û Keats in, li hemberî bandora nerênî ya vê şoreşa ku bajar tev de kirine palûke û jiyan zehmettir kiriye, xwespartina li xwezayê û jiyaneke alternatîf derdixe pêş û ev jî di nava vê şoreşê de, wekî encam, şoreşeke din e. 
4- Brave New World: Cîhana Nû ya Wêrek. Vî navî ji berhema Shakespeare ya bi navê The Tempest (Bahoz) werdigire.
5- Hugo Gernsback: (16 Tebax 1884 – 19 Tebax 1967) Rojnamevanê Emerîkan. Bi eslê xwe ji Luksemburgê ye û navê wî yê rasteqîn Hugo Gernsbacher e. Nivîskar û kovarger e. Yekem kovara honaka zanistî ya bi navê Amazing Stories (Çîrokên Seyr) derxistiye û ev kovar 80 salan derketiye. Howard Fast, Ursula K. Le Guin, Roger Zelazny û Thomas M. Disch ji wan nivîskaran in, ku di wê kovarê de çîrokên wan ên pêşîn hatine weşandin. Li ser navê wî xelata bi navê Hugo ya Honaka Zanistî her sal tê dayîn.
6- Behlûlê Mahî: Wêjekarê Kurd; li gorî pirtûka Feqî Huseyn Sağniç a Dîroka Wêjeya Kurdî (Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2002, r. 52) di sedsala 8’an de li Loristanê ji dayîk bûye.
7- Tarîxa Edebiyata Kurdî, Qanatê Kurdo, Weşanxaneya Lîs, Tîrmeh 2010, Amed

Çavkanî:

1-       Ûtopya, Thomas More, Weşanxaneya Öteki, Nîsan 2004, Enqere
2-       Başka Dünyalar Mümkün, K.Murat Güney, Weşanxaneya Varlık, 2007, Stenbol
3-       Ütopyalar Sözlüğü, Michéle Riot-Sarcey, Thomas Bouchet, Antoine Piconi Weşanên Sel, 2003, Stenbol
4-       Ehmedê Xanî-Hemû Berhem, Weşanxaneya Lîs,Gulan 2008, Amed
5-       Tarîxa Edebiyata Kurdî, Qanatê Kurdo, Weşanxaneya Lîs, Tîrmeh 2010, Amed
6-       Dîroka Wêjeya Kurdî, Feqî Huseyn Sağniç, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Berfanbar 2002, Stenbol
7-       Faust, Goethe, Weşanxaneya Öteki, Mijdar 1993-çapa duduyan, Enqere

1 yorum:

  1. ''...di wan sedsalan de belaya xwe di Wêjeya Kurdî jî daye û di gelek berhemên klasîk ên Kurdî de, gava ku mirov bala xwe baş didiyê, bi risteyên xwe, bi hêma û şayesên xwe ve helbestkarên Kurd xwestine ûtopyayeke kurdewar di hişê miletê Kurd de ava bikin.'' ez bawerm ku di ew serdemên ku wun bahsê dikin,hê ''netewperestî'' tune,wek ku em zanin ''netewperestî'' piştî 1789 'an himên xwe ava dike. Her çiqa Herîrî kurd nijad be jî ,ne pêkane ku ji bo Kurdan utopyayan avabike ew serdemê.... Em dikarin bêjin kû yên berî Ahmedê Xanî tu armancek wanî wısa tûne bû...

    YanıtlaSil