20 Ocak 2012 Cuma

Leyla Qasim - Hüseyin Kaytan

Qijika Reş Dergisi Sayı:4

Destpêkek kurt:

Di dîroka Kurdistanê de ji ber rewşa siyasî û jeopolîtîka cihwarê jiyana Kurdan, bi hezaran salaye ku heya radeyekê mafê jina Kurd ji mafê mêran zêdetir hatiye binpêkirin.
 Herwiha mêrên Kurd jî bi navê wê hindê ku qedera jiyana jin û keçên malbata wan di destê wan de ye, pir mafê jina Kurd binpêkirin e.

Di vê navê de dewletên dagirker jî bigiştî nexwestine ku rewşa civakiya gelê Kurdistanê, rengê guherandinê bi xwe ve bibîne û kultur û ferhenga civakîya di nava gel de, pêşbikeve. Ji berku wan dewletan pêşketina kultur, çand û aboriya Kurdan li dijî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî dîtine.

Di Kurdistanê de, di serdema feodalîzmê de, mêrsalarî û siyaseta çewta dewletên dagirker rewşa mafê civakî û siyasiyê jina Kurd, xistibû nava çemberek teng ku şûnewarên wê serdema reş û tejî êş, hê jî ne tenê li Kurdistanê belkî li hemû Rojhilata Navîn tên xuyakirin. Ye’nî jiyana civakî-fikrî ya jinên Kurdistanê bi taybet di nava gundan de, zêde rengê guherandinê bi xweve nedîtiye. Di rewşek wiha tejî astengî û nalbar de jina Kurd jî hertim li berxwedaye û têkoşaye ku liyaqet û kesyetiya xwe di warên cur bi curên civakî û siyasî de bide xuyakirin û heta hin caran liyaqeta wê gihîştiye radeyeke wisa bilind ku navê xwe li cîhanê derxistiye pêş û ji aliyê gelek gerîdok û lêkolînvanên sosiyolog ve, wekî şêrejen û qehreman hatine naskirin. Li ser kesayetiya civakî-siyasiya jinên navdarên Kurd pêwîstî bi lêkolînek berfireh û akademîk heye.


Jiyan û dawiya qedera şehîd Leyla Qasim

Leyla Qasim yek ji wan keçaye ku di dîroka siyasiya Kurdistanê de weke pêşeng û qehremanek şoreşger tê bi nav kirin. Jiyana Leyla Qasimê ya tejî êş û zehmetî ku bi hovîtî û tirajêdiyek xemgîn ji aliyê dewleta Beesiyên şovenîst û cinyetkar ve hat bi dawîanîn, pênaseya kesayetiya siyasiya jina Kurd ku Leylayê bi serfirazî nûneratî jê re kir, bi eşkerahî dide xuyakirin.

Leyla keça Qasimê kurê Hesen sala 1952’an li kompaniya petrolê ya bi navê Elwend li nêzî gundê Banmîl yê girêdayî bajarê Xaneqîn li başûrê mezinê Kurdistanê di nava malbateke hejar û welatperwer de hat dinê. Xaneqîn bajarê Leylayê jî di serdema desthilatdariya Beesîyên xwînrêj ve, weke bajarê Kerkûkê ji ber kanên petrolê hertim bi siyaseta te’irîb û enfalkirinê re rû bi rû maye û heta dawiya desthilatdariya Beesîyan jî siyaseta asîmîlasyonê li wir berdewam bû. Kurdên wilayeta Xaneqînê jî di çaxê şoreşa Eylolê de bi gerimî di şoreşê de beşdarî kirin û di vê rê de gelek şehîd pêşkêşî doza Kurdistanê kirin.

Bavê Leylayê (Qasim) karkerekî palavtin(tesfîye)a neftê li kompaniya Elwend bû ku piştî xanenişîn kirinê li sala 1971’an malbata wan koçî bajarê Bexdayê kirin. Xwîşk û birayên Leylayê( Sebîhe, Selam, Sefa û Selah) tev jî di karê xwîndinê de xwendevanên zîrek bûn û heryekî ji bilî karê dersxwîndinê bi şêweyên cur bi cur dixebitîn(hewil didan) ku ji bo debara jiyana malbata xwe hevkariya bavê xwe yê karker û dayika xwe ya zehmetkêş biken. Ew herçend malbatek feqîr bûn jî, lê xwe pir bextewer dihesibandin û bi keda destên xwe jiyanek tejî semîmyet bi hevre didomandin. Bav û dayika wan, şev û rojan dixebitîn ku pêwîstiyên zarokên xwe cîbicî biken.
Sala 1958’an Leylayê dest bi xwîndina xwe ya dibistanê kir û li bajarê Xaneqîn xwîndina xwe ya navendî jî bi dawî anî. Ji ber ku Leylayê ji temenê zarokatiyê tama hejarî û feqîriyê kişandibû, xewna azadiya Kurdistanê jî didî û tam û evîna Kurdayetiyê roj bi roj di mêşik û ramanên wê de şirîntir û bihêztir dibûn.

Herçend ku Leyla Qasim di temnek kêm û hê jî ciwan bû, lê ji zarokatiyê pir bi aqil, şareza û têgihiştî bû û baweriya wê bi wekheviya keç û kuran hebû. Ev nîşana yekê bû ji bo selmandina vê rastiyê ku Leyla Qasim dixwaze li ser riya demokrasiyê heta canê xwe jî fîda bike.
Leyla bi riya birayê xwe yê mezin şehîd Selam Qasim ku bi şêweyek nihînî endamê Partî Demokratî Kurdistana Iraqê bû, sala 1970’an bi fêrmî bû endama wê partiyê û xebata xwe ya ji bo doza netewa xwe di nava xwîndevanên Kurd de dadestpêkirin. Piştî wê li bajarê Bexdayê lîse jî qedand û dure sala 1971’an di para edebyatê (beşê sosiyolojî) li zanîngeha bajarê Bexdayê hat pejirandin.

Ji sala 1972’an di nava bajarê Bexdayê de, liv û lebata yekîtiya xwendevanên Kurdistanê herçend îstixbara Beesîyên Iraqê her der û hertişt kontrol dikirin jî, roj bi roj zêdetir dibû. Li wan salan piraniya hêz û bizava şoreş Kurdan ya di bin rêbertiya P.D.K.I de li çiyayên başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de, civiyabû. Ji bona wê jî dema Leylayê dît ku herkes dibêje:” Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne”, biryar da ku tevî xwendevanên xurt bi awayekî aktîvtir û berfirhetir, xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bikin.



Evîna Leyla Qasim û Cewad Hemewendî
Leyla Qasim di nav hevalên xwe de ji yekî hez dikir ku navê wî Cewad bû. Ew hertim bi hev re dixebitîn. Leyla bi hevkariya Cewad, Yekîtiya Xwendevanên Kurdistan ya di bin serokatiya Adil Murda de naskir û wek endam tevî nava koma wan bû û herwiha bi desteka Cewad, tevî nava refên pêşmergeyan bû. Lê armanca Leyla Qasimê ew bû ku bêtir di kar û barên rêkxistinî de û bi taybetî jî di nava Kurdên rûniştivanên bajar de bixebite.
Li zanistgeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwîndevanên Kurd û yên din de pêşverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê re da selmandin(îsbatkirin). Ji ber ku Leylayê herçend Cewad xwendevanê zanistgehê nebû û di fabrîka zeytê de û bi karkeriyê debara jiyana xwe dibihûrand û herwiha ew û Leyla ji du çînên cudayên civakê bûn jî, wek hevalê xwe yê jiyana pêşerojê hilbijartibû û ew hertim bi hevre dixebitîn. Xala girîng ji bo Leylayê hevparbûna bîr û ramanên wê û Cewad bûn ku herdu jî endamên partyekê û ji bo doza Kurdistanê bi hevre xebat dikirin. Bi wateyek din evîna wan evîna welatê wan yê bindest Kurdistanê bû. Vê helwesta Leylayê fikir û ramanên kevnar ku heta di bajarekî weke Bexdayê de jî li ser dan û standinên civakî hakim bûn, pûçkirin. Leylayê bi wan xebatên xwe îspatkir ku hem di şoreşê de, hem jî di nav civakê de jin dikarin li rex mêran û mil bi milên wan têbikoşin û li doza xwe xwedî derkevin.



Biryarek Dîrokî

Leyla Qasim û Cewad Hemewendî yê hevalê dema jiyan û mirina wê, di serdemek wiha girîng de ku Beesîyan hebûna netewa wan înkar dikirin, biryardan ku heya bi destxistina mafê xwe yê netewî li rex hevalên xwe yên din, ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê xwe bixebitin. Ji ber ku di wê serdemê de hereketa siyasiya gelê Kurd bi taybetî li Başûrê mezinê Kurdistanê di pêvajoyek pir mezin û girîng de derbas dibû. Leyla û Cewad ku xwedî baweriyeke mezin bi doza netewa xwe bûn, di sala 1974’an de bi hevre li ser rewşa sosyolojiya Kurdan, gotarek nivîsandibûn û li derfetekê digeriyan ku gotara xwe biweşînin û di nava gel de belav biken. Lê destpêkirina şer ji nûve û girtina wan bûn sedem ku nivîsa wan nekeve destê xwendevanên Kurd û nivîs ji aliyê sîxurên Bees ve hat wenda kirin.

Piştî xebata salên dijwar û giran di 11’ê Adara sala 1970’ê de piştî gotûbêjên dûr û dirêj yên di navbera serokkomarê Iraqê û nemir Mele Mistefa Barzanî de di çarçoveya Iraqê de otonomî ji Kurdên başûrê Kurdistanê re hat diyarkirin.

Rewşa şer û aştiya di nava Partî Demokratî Kurdistan û komara Iraqê de heya Siptambira sala 1974’an domand.

Di wê serdemê de Amrîkayê jî hevkarî dida serhildana Kurdên başûrê Kurdistanê, lê mixabin dema ku bi rastî pêdvî bi hevkarî û destek kirinê hebû, dewleta Amrîkayê ew bi tenê hiştin û destûr dan jandarêmê xwe yê rojhilata navîn (M. Riza Şahê Pehlewî) ku ji bo şikesta şoreşa Kurdan hevkariya Beesiyan biken.

Piştî wê, dema ku Amrîka û rejîma seltenetiya Iranê destê xwe ji piştgîriya Kurdan berdan, rejîma Iraqê li dijî Kurdan şerekî giran û hovane dadestpêkirin û ji nişkave di civakê de pir tevlîhevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji bajarê Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasiya Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li bajarê Bexdayê endamên êstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên nîştimanperwer girtin û rewşek tejî tirs ji azadîxwazên Kurd û Ereb re afirandin. Herwiha li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û di 24 Aprîla sala 1974’an de bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombaran kirin ku di encamê de çend xwendevanên Kurd jî li wir şehîd bûn.
Piştî vê yekê, Beesiyan hêrişî ser bajarê Helebçê kirin û ew bajarê Kurdistanê jî bi giranî hat bombaran kirin û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birîndar kirin. Li hemberî van hovîtiyên rejîma Iraqê, gelek xwendevan û gelê sivîl ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêşmergeyan bûn. Lê Leyla Qasim û Cewad Hemewendî di wê baweriyê de bûn ku divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê belkî xebata herî giran pêwîste di nava cergê dijmin de û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bê domandin. Di rewşek wiha de ku roj bi roj şerê di navbera Kurda û dewleta Iraqê dijwartir dibû, êstixbarata Beesîyan jî zext û zora xwe li ser serê Kurdên rûniştvanên bajaran, zêdetir dikirin.

Roja 28. Aprîla sala 1974’an (28. 04. 1974) Leyla û çar hevalên wê ( Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî), hatin girtin û rejîma Bexdayê di rojnameya Elsewre (organa fêrmiya dewletê) û di radiyo û telefzyuna xwe de ew girtî weke terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkê û raya giştiya cîhanê dan nasandin.

Leyla û hevalên wê ku weke kevokên azadiyê bibûn êxsîrên destên gemarên karbidestên rejîma Bees, di girtîgehê de rastî şikence û azarek pir mezin bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ku piştgîriya doza xwe ya netewî dikirin, di demek kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgehek formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.

Taybetmendiyên exlaqî, civakî û ramanên sîyasî yên Leyla Qasimê û gotina dawiyê di dadgehê da.
Li gor dîtina ew kesên ku ji nêzve Leylayê nas dikin û ew dîtine, Leyla keçek netirs, zîrek, axiftin xweş, esmer, bejin bilind û şêrîn bû û di karê rêxistinî û hizbayetiyê de jî bi dîsplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam didan. Wê di çaxê ku di bin çavdêriya êstixbarata dewletê de bû jî, bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind wiha jêre got:

“ Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd yê ji xewa giran şiyar bin, ez pir kêfxweşim ku bi serfirazî û di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim”.
Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê ku li hemberî berxwedana Leylayê susretgirtî mabûn, baş dizanin ku ger keçeke wiha xwedî bawerî, zindî bimîne yê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb pêkbîne û yê bi zanyariyên xwe yên siyasî bêtir ji berê ji bo şiyarkirina jinên Kurd û tevlî kirina wan ya di nava şoreşê de, xebatê bike. Ji bona wê jî di demek kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û derbarê wan de biryara dardakirinê wergiritin. Rejîma xwînmij a Iraqê di roja 12 Mars 05 1974’an de seet 7’ê berê sibê Leyla Qasim û hevalên wê îdamkirin.

Leyla Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû şikence kirin jî, lê ji bo ku dilê dostan şa û dilê dagirkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meşiya. Di deqîqeyên dawîyê de wê nehişt ku çavên wê bigirin û heta destên wê jî girê biden. Di wan satên hessas û tejî tirs da wê bi xwîndina marşa netwîya Kurd (Ey Reqîb) baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistan ji herkesî re da selmanin.

Ey reqîb her mawe qewmî Kurd ziman
Naşikênê danerî topê zeman
Kes melê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet naniwê alakeman
….
Piştî ku Leyla Qasim bi hevalên xwe re hat şehîd kirin, Selamê birayê wê jî di nava bajarê Bexdayê de ji aliyê Beesîyan ve hat şehîdkirin. Guneha Selam tenê ew bû ku wêneyê Leylayê gehandibû destê xwendevanên Kurd ku li Ewropa ders dixwîndin û endamên YXK bûn. Li pey van bûyerên tal dayik û bavê Leylayê jî ji ber ji destdayîna zarokên xwe, bi xembarî wefat kirin. Bi vî rengî Beesiyan xwestin ku keç û jinên Kurd nekevin nava xebata siyasî û civakî. Herwiha wan bi vê hovitiya xwe xwestin ku îrade ya malbatên Kurd ku di nava bajarên Iraqê de bi hemû şêweyan hevkariya şoreşê dikirin, bişikinin.



Daxwaza Beesiyan ji Leylayê û bersiva wê

Berpirsyarên dewleta Iraqê beriya şehîdkirina Leylayê bi darê zorê jê daxwazkirin ku bi nivîsandina nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê, daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan bike û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan re bide diyarkirin ku di riya rizgariya Kurd û Kurdistanê de xebat kiriye. Lê şêrekeça Kurd Leyla Qasim bi nêrînek hişik û tifa ku avêt ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da:
“ Ger ku ez ji karekî jiyana vê cîhanê poşiman bibim ewe ku ez zû dimirim bêy ku bikarîbim demek dirêj ji gelê xwe re xebatê bikem û ger qirar be dawa lêborînê ji kesekî bikem, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim. Ji ber ku di rastya xwe de, min ji bo doz û pirsgirêka netewa xwe kêm xebat kirye ”.



Şehîdkirina Leylayê û reaksiyuna Kurdan
Îdamkirina Leyla Qasim û hevalên wê li piranya deverên cîhanê bi riya medya belav bû. Xwendevanên Kurd jî li dervey Kurdistanê dest bi meşên protestokirinê kirin. Hovtiya Beesiyan ku hemû riyên çareserkirina pirsgirêka Kurd tenê di şehîd kirin û wêrankirina gund û bajarên Kurdan de didîtin, bi şehîd kirina Leylayê bêtir ji raya cîhanê re hat xuyakirin. Ji ber ku di dîroka Iraqê de ew cara yekemîn bû ku keçeke Kurd bi eşkerahî û bi şêweyek dûr ji exlaqê mirovanetiyê ji ber helwesta wê ya azadîxwazî û Kurdperweriyê bê şehîdkirin bêy ku li gor zagonên hûqûqî yên cîhanê tawanek dij mafê mirovanetyê pêkanîbe.
Leyla tenê têhniya jiyanek serbest di etmosfêrekî azad de bû û hemû guneha wê helwesta wê ya Kurdyetî û niştimanperweriyê bû.
Şehîd kirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sebeb ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina riya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê.
Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên Kurd li dijî zordarî û çewsandina netewa Kurd. Bi şehadeta Leylayê re baweriya jina Kurd xurtir bû û di wê demê de şerê di navbera Kurd û dewleta şovînîsta Iraqê de jî gurtir û berfirehtir bû.
Gelê Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê, Leyla Qasima canemerg jî wekî qehremanek netewî dibînin. Sala 1974’an dema ku Leyla hat şehîdkirin, li seranserî Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re hibijartin û wêneyên Leylayê ketina nava malên hemû Kurdên ku evîna azadî û serxwebûna Kurdistanê di dilê xwe de diparastin.


Leyla Qasim û ramanên wê
Baweriya Leylayê bi azadiya gelê Kurd pir hebû û ji bona wê jî bi çi rengan li hemberî dijmin, serê xwe netewand. Li gor dîtina Leyla Qasim çewsdandina jina Kurd tenê di çarçovê zilm û zordariya mêrê Kurd de bi sînor nebû, belkî wê xebat dikir ji bo guherandineke giştî. Di vê derbarê de Leyala dibêje:
” Şêweya guherandinê di nava civata Kurdistanê de pêwîste guherandinek siyasî, civakî û aborî be û ger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî yê hertim bê bin pêkirin.”

Navê Leyla Qasimê di nava helbes û stranên Kurdî de
Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremanîya Leylayê kirine û li ser wê helbest ristine. Mamosta Hêmin Mûkryanî şaêrê millî yê çaxê komara demokratîka Kurdistanê li ser qehremanîya Leylayê wiha dibêje:
Ke tu turay le çawim wek xewî min
Le biskit reştire mangeşewî min
Birû Mecnûn be Leylay xut menaze
Ke nawbangî pitir derkird ewî min

Bizey hatê, witî celadî xiwêrî!
Be keyfî xut petit bawêje estom
Ewe pet niye mîdalî îftixare
Ke bûme qaremanî mîlletî xom.

Herwiha mamosta Cîgerxwîn di helbesteke xwe de bi xembarî li ser şehîdbûna Leylayê wiha dibêje:

Leyla keça Mît û Meda
Canê xwe da, di ber me da
Bijîn heçî ku canfîda
Xweş bin ji te jar û geda

Leyla çiraxa şevreş e
Wê rû li Kurdan kir geş e
Kuştin bi me Kurdan xweş e
Zordarî êdî nameş e!

Leyla bijî, sed aferîn
Ji bo me bûye ol û dîn
Dîsa li min der hûn birîn
Heta cîgerê min bûye xwîn!

Mamosta Şêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanê E’reb yên mîna Udunîs di helbestên xwe de behsa canfîdayiya Leyla Qasimê dikin. Wek dibêjin hinek helbestvanên Filstînî jî behsa qehremaniyên Leylayê kirine.

Herwiha hunermendên Kurd li her çar perçên Kurdistanê bi stran û awazên xwe canfîdayîya Leylayê bi bîr tînin:
Hunermendên navdar Şehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M. Mamlê helbestên şaêrên Kurd ku derheqa Leylayê de vehûnandine bi awazên xweş xwendine.

Piştî salên dûr û dirêj riya Leyla Qasimê bi şêweyek berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Exteraxana Loristanê, duh Margirêt Govergîs û Leyla Qasima serbilind û netirs û îro jî Zîlan, Binefş, Birîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî, Leyla Zana û bi hezaran şêre keçên çeleng û qehreman li ser riya Leylayê dimeşin.
Xebat û şehadeta Leyla Qasimê rih û canek nû xiste nava mejî û xwîna jina Kurd û wê wateya şoreşgerbûna rastîn bêtir bi wan da xuyakirin.

1 yorum:

  1. bu yazının türkce tercümesi de var mı acaba okumak isterdim

    YanıtlaSil